Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

Colemêrg
Colemêrg

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê her cure xwepêşandan û çalakî hatin qedexekirin.

Di derheqê vê mijarê de, Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniyek de belav kir û da zanîn, li nav sînorên Colemêrgê her cûre çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe ji roja 17ê Tebaxê heta 31ê Tebaxê berdewam dibe.

Qedexeya li Colemêrgê ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Tîrmehê hatiye ragihandin û her 15 rojan carekê tê dirêjkirin.