Piştî 15 salan ji cudabûnê her du partiyên demokrat dibin yek

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) biryara yekgirtinê dane
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî cudabûna 15 salan, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) biryara yekgirtinê dan. Her du alî li ser mîkanîzma yekgirtinê û awayê kongreya bê li hev kirin. Wek nîşaneya temambûna proseya yekgirtinê, roja 16ê Tebaxa 2022an, merasîma salvegera damezirandina partiya xwe bi hev re kirin.

Piştî salek ji guftûgoyan, her du partiyên demokrat (HDK) û (HDK-Î) gihîştin rêkeftinê ku bi hev re kar bikin û bibin yek.

Mihemed Nezîf Qadirî di danûstandinan de Berpirsê Şanda HDK-Î bû, ji bo rakirina astengiyên bi HDKê re û danîna mekanîzmeyeke guncaw ji bo yekgirtinê. Qadirî ji K24ê re got: “Ewên ku dixwazin tevgera Kurdî bi giştî û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi ser bikeve, roj dijmartin ta pêvajoya yekgirtinê ber bi serkeftinê ve biçe.”

Got jî: “Yekgirtina Partiya Demokrat, bawerî û hêviyeke zêdetir dide xelkê ji bo rûbirûbûna rêjîma Komara Îslamî ya Îranê û di heman demê de hêvî dide partî û aliyên din yên Rojhilatê Kurdistanê.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê roja 16ê Tebaxa 1945an li bajarê Mehabada Rojhilata Kurdistanê hat damezirandin, damezirênerê wê jî Pêşewa Qazî Mihemed bû ku Komara Kurdistanê li Mehabadê jî damezirand. Piştî Kongreya 13emîn, ji bo cara sêyemîn cudabûn di wê partiyê de rû da û ev her du partî 15 sal in bi du navên cuda karên xwe dikirin.

Berpirsê Şanda HDKê bo danûstandina ligel HDK-Î Kemal Kerîmî ji K24ê re got: “Me li ser wê li hev kiriye ku di qonaxa yekem de heta girêdana kongreyê, me encûmeneke 12 kesî destnîşan kiriye, ji bo bi hevbeşî kar bikin. Li gorî wê mîkanîzmê, me Mistefa Hicrî wek berpirsê wê encûmenê destnîşan kiriye, Xalid Ezîz jî wek berdevkê partiyê.”

Li gor rêkeftinê, ji niha û pê ve ew partî dê bi logoya Partiya Demokrat a Kurdistanê çalakiyên xwe bike û wek armanceke siyasî jî, daxwaza Îraneke federal û secular dikin. Wekî ku ew dibêjin, yekgirtina wan dê bêtir enerjiyê bide endam û alîgirên wan, ji bo rêbaza ku ev 77 sal in berdewam e bajon.