Ofîsa Muqteda Sedir spasiya Kurdistan24ê dike

Ofîsa Taybet a Muqteda Sedir a li Necefê spasiya Kurdistan24ê dike ji ber weşana rast a xwepêşandanan û bûyerên van demên dawî yên Iraqê.

Hewlêr (K24) – Ofîsa Taybet a Muqteda Sedir a li Necefê spasiya Kurdistan24ê dike ji ber weşana rast a xwepêşandanan û bûyerên van demên dawî yên Iraqê.

Di spasnameya Ofîsa Taybet a Muqteda Sedir de hat diyarkirin: “Veguhestin û nîşandana rastiyên xwepêşandanê, nîşaneya wê yekê ye ku ew xwedî dengê azad in û medyayeke rastgo ye ku armanca wan belavkirina hişyariya netewî û bihêzkirina pêwendiyên civakî ye di navbera takekesên civaka Iraqê de.”

Ofîsa Taybet a Muqteda Sedir di spasnameya xwe de ku li jêr navnîşana "Sala Guherînê" arasteyî Kurdistan24ê kiriye, spasiya beşdariya saziya Kurdistan24ê dike di projeya çaksazî û rûbirûbûna gendeliyê de.

Saziya Kurdistan24ê bo Lêkolîn û Ragihandinê, navendeke medyayî ye û bi awayekî bêalî û pîşeyî, berhema medyayî bi awayekî profesyonel pêşkêşî temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe dike.

Kurdistan24, zanyariyên rast û dirust ji bo Kurdistan û hemû cîhanê bi rêya toreke medyayî pêşkêş dike, ku bi televîzyon, malperên bi zimanên Kurdî (herdu zaravayên Kurmancî û Soranî), Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî vediguhezîne.

Saziya Kurdistan24ê, ti berbestekê danayne ber proseya lêgerîna zanyariyan, bi wê wateyê ku Kurdistan beşek e ji cîhaneke berfireh û vê yekê jî di xebatên xwe de nîşan dide.