Guterres, Zelensky û Erdogan li Ukraynayê dicivin

Di civîna sêalî de dê mijara şandina dexlûdanê Ukranya ji bo cîhanê û rêyên dawîkirina şerê Ukranya û Rûsya bên gotûbêjkirin
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky - Arşîv
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li bajarê Lviv ê Ukraynayê civîneke sêalî dikin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Stephane Dujarric di konferanseke rojnamevanî li New Yorkê da zanîn, Guterres li ser vexwendina Serokê Ukraynayê Zelensky dê serdana bajarê Lviv bike û dê li wir civîneke sêalî bi Zelensky û Erdogan re bike.

Got jî: Guterres dê bi Zelensky re li ser rewşa navenda nukleerî ya Zaporizhia û dîtina çareseriyeke siyasî ji bo şerê bi Rûsyayê re, gotûbêjan bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokatiya Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Erdogan dê ji bo hevdîtina ligel hevpostê xwe Zelensky serdana Ukranyayê bike. Erdogan û Zelensky dê pêwendiyên Tirkiye û Ukranya gotûbêj bikin.

Di civîna sêalî de dê mijara şandina dexlûdanê Ukranya ji bo cîhanê were gotûbêjkirin.

Ev civîna sêalî di destpêka pêngaveke nû ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî de tê, ku di heman demê de ew ê roja Înê serdana bendera Odessa ya Yûnanistanê û roja Şemiyê jî dê Stenbolê bike, ji bo şopandina karê navenda hevbeş a hinardekirina danûxexlê Ukrayna û Rûsyayê bi Deryaya Reş re.

Navenda hevbeş a hinardekirina danûxexlê Ukrayna û Rûsyayê, pişt îmzekirina peymana daxlûdan li Stenbolê ji aliyê Rûsya, Ukrayna, Tirkiye û Netewên Yekbûyî ve di 22 Tîrmeha borî de, dest bi karê xwe kiribû.