HRW hişyariyê dide: Operasyoneke nû ya Tirkiyê li Sûriyê, dê rewşa mirovî girantir bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Human Rights Watch radigihîne, Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, mafên mirovan li bakurê Sûriyê binpê dikin û got: Operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê, dê rewşa mirovî ya bi mîlyonan mirovan girantir bike.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) belgeyek pirs û bersivan belav kir û tê de bal kişand ser metirsiya destdirêjiya leşkerî ya Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê yên di bin kontrola HSDê de. Belgeya HRW erkên aliyên şer yên li gorî yasayên şer, nîgeraniyên derbarê koçber û penaberan de û encamên li ser çekdarên DAIŞê yên li herêmê girtî ne, diyar dike.

Alîkarê Rêvebirê Rojhilata Navîn li Human Rights Watch Adam Coogle got: “Berê, Tirkiyê û hevalbendên wê di operasyonên leşkerî yên der-sînorî de li Sûriyê bi awayekî keyfî sivîl kuştin û girtin. Metirsiya dubarekirina binpêkirinên hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê heye. Operasyoneke nû, dê rewşa mirovî ya bi mîlyonan mirovên li bakurê Sûriyê ku jixwe wêran bûye, girantir bike.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji meha Gulanê ve gefa destpêkirina êrîşeke nû li ser Til Rifat û Minbicê dixwe û dibêje, armanca wan ew e, “herêma ewle” bi kûrahiya 30 km ava bike bike.

Di dema dawî de jî êrîşên Tirkiyê bi riya topbarankirin û dronan li ser bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bakurê rojhilatê Sûriyê yên di bin kontrola HSDê zêde bûne û hejmarek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin, di nav de zarok jî hene.

HSDê jî got ku hêzên wan di bersiva êrîşên Tirkiyê de, roja 8’ê Tebaxê di sê çalakiyên cuda de hejmarek leşkerên Tirkiyê kuştin.