Urdinê bi fermî 9 nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê nas kir

Çar nexweşxane li bajarê Silêmaniyê, sê nexweşxane li parêzgeha Duhokê û du nexweşxane jî li Hewlêrê ne.

Silêmanî (K24) – Urdinê ji bo bernameya perwerdeya bijîşkî, bi fermî 9 nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê nas kir.

Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê Saman Şêx Letîf ragihand, Encûmena Bijîşkî ya Urdinê di nivîseke fermî de ku îmzeya Sekreterê Giştî yê Encûmena Bijîşkî Dr. Mihemed Mûsa li ser e, derbarê naskirina 9 nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê de rizamendî nîşan daye.

Saman Şêx Letîf destnîşan kir, ji wan 9 nexweşxaneyan, 4 nexweşxane li bajarê Silêmaniyê, 3 nexweşxane li parêzgeha Duhokê û 2 nexweşxane jî li Hewlêrê ne.

Naskirina hejmarek nexweşxaneyan ji aliyê Encûmena Bijîşkî ya Urdinê ve, dê bibe sedema hevahengiya zêdetir di navbera herdu welatan de û herwiha xwendekarên bijîşkî yên li Herêma Kurdistanê dikarin beşdarî taqîkirinên warê bijîşkî yê Urdinê bibin.

Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê dibêje, naskirina fermî di bersiva nivîseke Encûmena Kurdistanê bo pisporên bijîşkî de bûye li ser bidestxistina naskirina Encûmena Bijîşkî ya Urdinê bo hejmarek nexweşxane û bernameya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê.