Guterres û Erdogan tekezî li rêkeftina hinardeya genimê Ukraynayê kirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimir Putin li bajarê Lvivê civiyan.

Hewlêr (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimir Putin li bajarê Lvivê di konferansa rojnamevaniyê de amadebûna xwe ji bo bidawîbûna şerê Ukraynayê nîşan dan.

Antonio Guterres ligel Volodimir Zelensky û Recep Tayyip Erdogan, daxwaz ji Ukrayna û Rûsyayê kir ku di rêkeftina hinardeya genim bo bazarên cîhanê de berdewam bin.

Guterres destnîşan kir ku nirxê genim li cîhanê ber bi cîgirbûnê ve diçe, meha borî 21 keştiyên dexlûdan ji benderên Ukraynayê hatine hinardekirin.

Herwiha eşkere kir, divê çek û serbaz ji baregeha atomî ya Zaporijya werin dûrxistin.

Ji aliyê din ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amadebûna welatê xwe ji bo navbeynkariya Rûsya û Ukraynayê nîşan da ji bo pêkanîna aştî û bidawîanîna şerê navbera her du aliyan.

Erdogan eşkere kir ku li Tirkiyê 325 hezar koçberên Ukraynî hene, ku ji ber şer berê xwe dane Tirkiyê, herwiha piştevaniya welatê xwe nîşan da ji bo avakirina navçeyên Ukraynayê ku ji ber şer zirar dîtine.