Zelensky: Baweriya min bi Rûsyayê tune

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky red kiriye ku beriya vekişîna bi temamî ya hêzên Rûsyayê ji axa Ukraynayê, gotûbêjê ligel Moskowê bike.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky

Hewlêr (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky red kiriye ku beriya vekişîna bi temamî ya hêzên Rûsyayê ji axa Ukraynayê, gotûbêjê ligel Moskowê bike.

Volodimir Zelensky di konferanseke rojnamevaniyê de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Lvivê ragihand: “Kesên ku bajar û welatê me bi mûşekan bomberan dikin, ez bawer nakim ku aştiyê bixwazin.”

Zeleksky daxwaz dike ku beriya behsa gotûbêjan were kirin, divê hêzên Rûsyayê ji Ukraynayê vekişin û dibêje: “Baweriya min bi Rûsyayê tune ye.”

Îro pêncşemê 18ê Tebaxa 2022yan, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres civiyan.

Lûtkeya sêalî li bajarê Lvivê yê Ukraynayê birêve çû, li gor zanyariyên ajansa AAyê, civîn 40 xulek ajot.

Hat ragihandin ku di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Serokê Îstixbarata Netewî Hakan Fîdan û Berdevkê Koşka Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî amade bûn.

Ji 24ê Sibata 2022yan ve artêşa Rûsyayê êrîş dike ser Ukraynayê û beşeke axa Ukraynayê dagir kiriye.