Li Rihayê şer û pevçûn: Kesek hat kuştin

Li navçeya Bîrecîk a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de pevçûna çekdarî rûda.
Riha
Riha

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Bîrecîk a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de pevçûna çekdarî rûda, di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li taxa Meydan a navçeya Bîrecîkê ya Rihayê, ji ber sedemeke ku hîn diyar nebûye, şer û pevçûn derket.

Di şer û pevçûnê de ku çek jî hatin bikaranîn, welatiyên bi navê Burhan G. û Îsmaîl G. birîndar bûn. Her du birîndar bi ambûlansê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku birîndarê bi navê Burhan G. jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê şer û pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.