Li Babê êrîş: 9 kes hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Sûriyê li bajarê Babê bi topxaneyan êrîşî bazarekê kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Wêne: Malpera Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR)
Wêne: Malpera Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR)

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Sûriyê li bajarê Babê bi topxaneyan êrîşî bazarekê kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Li gor malpera Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, hêzên artêşa Sûriyê li bajarê Babê yê di bin kontrola grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye, bi topxaneyan êrîş kir û di encama êrîşê de 9 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn, ku di nav kuştiyan de zarok jî hene.

Herwiha eşkere kiriye ku jêdera êrîşê devera hêzên artêşa Sûriyê ya li bakurê Helebê bûye û êrîş ji bo bersivdana li hember êrîşa çend roj berê ya li dijî serbazên artêşê bûye, ku ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve li Kobanî hatibûn armanckirin.

Ji aliyê din ve, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand, îro danê sibê li bajarê Babê êrîş hatiye encamdan û ti pêwendiya wan bi vê êrîşê tune ye.