Rêveberiya Xweser: Êrîşên Tirkiyê zêde bûne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, metirsiya destdirêjiya Tirkiyê roj li pey roj zêdetir dibe.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, metirsiya destdirêjiya Tirkiyê roj li pey roj zêdetir dibe.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat diyarkirin: “Piştî hevdîtinên van demên dawî yên Erdogan ên ligel aliyên herêmî û navdewletî, asta êrîşên wê yên bo ser navçeyên me zêdetir bûne. Ji ber vê yekê gelek welatiyên sivîl û zarok bûne qurbaniyên wan êrîşan. Herwiha serkirde û şervanên ku ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê şer kirine, bûne qurbaniyên êrîşan.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Îro li dijî gelê me û navçeyên me plana destdirêjiyê hatiye danîn, serî dikşîne bo komkujiyê, ku dewleta Tirkiyê girtiye ber xwe û tê de rêya navbera Til Temir û Hesekê, bi taybetî dibistaneke taybet a keçan bombebaran kiriye, ku ew dibistan di jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li gundê Şimûke hatiye vekirin.”

Daxuyaniyê eşkere kiriye ku ew dibistan tenê 2 kîlometre ji baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dûr e û ragihandiye: “Di encama wê êrîşê de 4 zarok şehîd bûn û 11 kes jî birîndar bûn, ku hemû keç in.”

Rêveberiya Xweser tekez kiriye: “Ev destdirêjî hemû nirx û pîvanên exlaqî û yasayî derbas kiriye û beşek e ji tawanên şer û plana komkujiyê jê re hatiye danîn li dijî gelê me û nimûneya terora plankirî û rûyekî din ê DAIŞ û şêwazên wê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em wê destdirêjiyê şermezar dikin û tekez dikin ku ew destdirêjî û şêwazên wê yên li dijî navçe û gund û zarokên me bêyî lêpirsîn derbas nabe. Em ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin, helwesta xwe bi zelalî li ser vê mijarê eşkere bikin.”