Li Duhokê welatiyek hat kuştin

Li nav bajarê Duhokê îro piştî nîvro teqe li welatiyek hat kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Hewlêr (K24) – Li nav bajarê Duhokê îro piştî nîvro teqe li welatiyek hat kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24ê Mesûd Mihemed ragihand, navê welatiyê hatiye kuştin Elaedîn Nûredîn e û temenê wî 39 salî û xelkê Bakurê Kurdistanê ye û nişteciyê bajarê Silêmaniyê ye.

Welatiyekî ku bûye şahidê bûyerê, ji K24ê re ragihand: “Ew kes bi otomobîleke taksiyê hate vê derê û ji bo hûrkirina pere ji taksiyê daket, dema vegeriya cem taksiyê ji bo heqê şofêr bide, kesek hat û teqe lê kir.”

Polîsê Duhokê ragihand, li gor madeya 406 a yasaya sizadanê ya Dadgeha Lêkolînê, fermana desteserkirina kujer derçûye.