140 parlamenter daxwaz dikin civîna Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê were kirin

Çarçoveya Hevahengiyê hewl dide rûniştina Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê were encamdan, ji bo vê mebestê bi îmzeya 140 parlameteran daxwazek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê hat kirin.

Hewlêr (K24) – Çarçoveya Hevahengiyê hewl dide rûniştina Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê were encamdan, ji bo vê mebestê bi îmzeya 140 parlameteran daxwazek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê hat kirin.

Endamê Çaroveya Hevahengiyê Arif Hemamî di daxuyaniyeke çapemeniyê de eşkere kir, ligel berdewambûna xwepêşandanan li ber avahiya Parlamentoya Iraqê ya li Bexdayê, hevpeymaniya wan hewl dide aliyê Kurdî razî bike ku civîna parlamentoyê li Silêmaniyê an li Hewlêrê birêve biçe.

Arif Hemamî destnîşan kir, daxwazek bi îmzeya 140 parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê hatiye kirin ji bo encamdana rûniştina parlamentoyê li parêzgeheke din a Iraqê ku ewlehî tê de berqerar be.

Ev di demekê de ye ku zêdetirî 20 roj in alîgirên Tevgera Sedir ji bo rêlibergirtina birêveçûna rûniştina parlamentoyê, li avahiya Parlamentoya Iraqê kom bûne û dibêjin ku ew nahêlin civîna parlamentoyê were kirin.