Li Tirkiyê bi fermî tifaqa sêyem hat avakirin

Piştî tifaqa Cumhur û tifaqa Millet, bi fermî tifaqa sêyem, ya bi navê Yekîtiya Hêza Sosyalîst hat avakirin.

Enqere (K24) - Li Tirkiyê piştî tifaqa Cumhur û tifaqa Millet, bi fermî tifaqa sêyem, ya bi navê Yekîtiya Hêza Sosyalîst hat avakirin. Tifaqa nû dê îro li Enqera paytexta Tirkiyê civîna xwe ya ewil li dar bixe.

Piştî ku Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ragihand ku ew ê di 25ê Tebaxê de tifaqa xwe ji raya giştî re eşkere bikin û ligel 6 partiyên çep û sosyalîst hevdîtin dikirin, 4 partî û rêxistinên çep tifaqa xwe ya bi navê Yekitiya Hêza Sosyalîst avakirin.

Di nava vê tifaqê de Partiya Komînîst a Tirkiyê (TKP), Tevgera Komînîst a Tirkiyê (THK), Partiya Çep û Tevgera Şoreşger cih digrin. Ev tifaqa sêyem dê îro li Enqerê bi daxuyaniyeke fermî damezrandina xwe ji raya giştî re eşkere bikin.

Beriya ev tifaq bê eşkerekirin pêkhateyên tifaqê daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û di daxuyaniyê de tê gotin: "Ji bo siberoja ronî ya Tirkiyê, li dijî îstîsmarê wekhevî, li dijî paşverûtiyê laîktî, li dijî emperyalîzmê û ji bo serxwebûnê em hêza xwe dikin yek. Weke bangewaziya yekemîn em bang li hemû partî/rêxistinên sosyalîst, kedkar û rewşenbîrên xwe dikin ku li gel hev mil bidin milê hev û bibin yek.”

Li Tirkiyê niha bi avayekî fermî tifaqa Cumhur ku ji partiya dehilatdar AK Partî û partiya netewperest MHPê pêk, tifaqa Millet ku ji partiya muxalefeta sereke CHP, partiyên ÎYÎ, Saadet û Demokratê pêk tên hene.

Li gel vê yekê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dê di 25ê Tebaxê de tifaqa Demokrasiyê ya ku ji partiyên çep û Kurdistanî pêk tê ji raya giştî re eşkere bike.