Guterres: Beşek ji welatên Efrîqayê ji kêmbûna xurekê dinalin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Stenbolê ragihand, "em hêvî dikin hinardeya genimê Ukraynayê bo cîhanê berdewam be".

Hewlêr (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Stenbolê ragihand, "em hêvî dikin hinardeya genimê Ukraynayê bo cîhanê berdewam be".

Antonio Guterres îro şemiyê 20ê Tebaxa 2022yan li Stenbolê di gotarekê de ragihand, ji bo rêlibergirtina bilindbûna bihayê dexûldan, hinardeya genimê Rûsî û Ukraynî divê bidome.

Guterres eşkere kir: “Heta niha 50 hezar ton dexlûdanên Ukraynayê hinardeyî cîhanê hatiye kirin.”

Herwiha diyar kir: “Beşek ji welatên Efrîqayê ji ber kêmbûna xurekê dinalin, loma berdewambûna hinardeya dexlûdanê Ukraynayê niha gelek girîng e.”

Ji bo lipeyçûna li ser çawaniya cîbicîkirina rêkeftina hinardeya genim, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî niha li Tirkiyê ye, îro ligel rayedarên Tirkiyê serdana Bendera Zeyport a li Stenbolê kir.

Roja 27ê Tîrmeha borî, li Stenbolê baregeha hevahengiyê ji bo hinardeya genim bo bazarên cîhanê, bi amadebûna nûnerên Tirkiye, Ukrayna û Rûsyayê hat vekirin.

Roja 22ê heman mehê jî, bi çavdêriya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres merasîma îmzekirina hinardeya genimê Ukraynayê li Stenbolê birêve çûbû.