Çavdêrên siyasî: Tirkiye di dema nêzîk de nikare operasyonekê li dijî Rojava pêk bîne

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Daxuyaniyên Erdogan yên derbarê Sûriyê de bi hemû gurehiya xwe li Tirkiyê têne nîqaşkirin. Li gorî çavdêrên siyasî, her çiqas Erdogan vê yekê dubare bike jî, Tirkiye di dema nêzîk de nikare operasyonekê li dijî Rojava pêk bîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep tayyîp Erdogan li vegera Ukreynayê di balafirê de derbarê egera pêywendiyên bi Sûriyê re ji bo rojnamegeran axivî. Erdogan dibêje; Tû carî nikarin dîplomasiyê li derve bihêlin. Derdê me ne ew e ku em Esad têk bibin an têk nebin.Bi Sûriyê, di asta bilind de divê gavên bêne avêtin peyda bikin. Em li Sûriyê her gav bûne parçeyê çareseriyê. Çavê me ne di xaka Sûrî de ye bila rejim vê yekê wisa bizanibe. Yekpariya axa Sûrî ji bo me giring e. Ji bo operasyona li Sûriyê jî çi pêwîst be em ê bikin. Li gorî Akademisyenan, çareseriya kêşeyên li Sûriyê ne hêsan e, Erdogan dixwaze hin gavan bavêje lê ne li gor daxwaza Beşar Esad, li gorî berjewendiyên xwe.

Akademisyen Celalettin Can ji K24ê re got: “Erdogan û Putîn di warê aborî de di rewşeke gelek nebaş de ne. Putîn Erdogan wek pirekê li dijî welatên rojava bi kar tîne. Ji ber wê jî jê dixwaze pêwendiyên xwe bi Sûriyê re baş bike. Ev yek jî li hisabê Erdogan tê. Wek Erdogan dibêje, min ne bawer e di nêzîk de Tirkiyê karibe operasyonekê li dijî Kurdan pêk bîne li Rojava.”

Li gorî pisporê pêywendiyên navdewletî, ji daxuyaniyên Erdogan diyar e ku hêvdîtinên di nava Enqere û Şamê de destpêkirin e.  

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Mutafa Kemal Erdemol dibêje: “Ez bi Şeyna Şaban re axivîbûm dema çûbûme Sûriyê. Ew rawêjkara Beşar Esad bû. Gotibû em bi Tirkiyê re diaxivin. Di serdema herî tund ya şer de û rewşa herî krîtîk ya Beşar Esad de jî Tirkiyê bi Şamê re pêywendiya xwe nebirî bû. Piştî daxuyaniyên Erdogan jî, ez jî li ser navê xwe bêjim, bi Şamê re pêywendî hatine danîn û hevdîtin jî têne pêkanîn."

Li gorî pisporan, ji bilî daxwaza Rûsyayê, Erdogan ligel başkirina pêywendiyên xwe yên digel Beşar Esad di heman demê de belkî bixwaze dijayetiyekê bixe nava Kurdan jî, wek ENKS û PYDê.