Neteweyên Yekgirtî banga parastina sivîlan li Sûriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî zêdebûna êrîşên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, sê berpirsên Neteweyên Yekgirtî bang li hemû aliyên Sûriyê dikin ku pabendî erkên xwe yê parastina sivîlan bibin.

Koordînatorê Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Imran Xan, Koordînatorê Herêmî yê Karûbarên Mirovî ji bo kirîza Sûriyê Muhened Hadî û Rêvebira Herêmî ya UNICEF bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Adele Khader dilgiraniya xwe ya kûr derbarê berdewamiyaa tundûtûjiyê li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.

Malpera Neteweyên Yekgirtî li ser zarê wan di daxuyaniyekê de got: “Ev karesatên metirsîdar li navçeyên Sûriyê careke din nîşan didin ku sivîl ku piraniya wan jin û zarok in dibin qurbaniyên şer û tundûtûjiyan.”

Her sê berpirsan daxwaz ji aliyan kirin ku hemû tedbîran werbigirin ji bo kêmkirina ziyanan li ser sivîlan û pabendî parastina sivîlan bibin.

Her wiha wan tekezî li ser pabendbûna Neteweyên Yekgirtî kir ku bi hemû aliyên pêwendîdar re kar ji bo Sûriyeke ewle û geş bike.

Ev daxuyanî di demekê de ye, di dema dawî de êrîşên artêşa Tirkiyê li ser deverên Rojavayê Kurdistanê zêde bûne û di vê derbarê de Rêveberiya Xweser duhî di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî hevdîtinên van demên dawî yên Erdogan ên ligel aliyên herêmî û navdewletî, asta êrîşên wê yên bo ser navçeyên me zêdetir bûne. Ji ber vê yekê gelek welatiyên sivîl, serkirde û şervanên HSDê hatine kuştin.”

Her wiha li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, pêr 19ê tebaxê hêzên artêşa Sûriyê li bajarê Babê yê di bin kontrola grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye topbaran kir û di encama êrîşê de 14 kes hatin kuştin û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.