Tasnim: Putin hewl dide Erdogan û Esed li Ozbekistanê li hev bicivîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Îranî “Tasnim” ragihand, Serokê Rûsya Vladimir Putin hewl dide hevdîtinekê di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de meha bê Ozbekistanê pêk bîne.

Ajansa Îranî “Tasnim” ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn her yek ji Erdogan û Esed vexwendine Lûtkeya Şanghayê ku biryar e di meha bê de li Semerqenda Ozbekistanê birêve biçe. Diyar kir jî, eger wê yekê heye li perawîza lûtkeyê, hevdîtina Erdogan û Esed were kirin.

Ev yek piştî wê tê, roja Îna borî, Erdogan di dema vegera xwe ya ji Ukrayna di firokeyê de ji rojnamevanan re ragihand, “divê em bi Sûriyê re gavên pêşketî bavêjin ku bi rêya wan em dikarin gelek planan li vê cîhana Îslamê têk bidin.”

Çend roj in pirsa asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriye di rojeva her du welatan de ye, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayati Yazici jî hefteya borî gotibû “Tirkiye dikare bi Şamê re pêwendiyeke rasterast deyne.”

Piştî sala 2011an, Tirkiyê piştgiriyeke bihêz ya siyasî û leşkerî da opozîsyona Sûriyê ji bo rûxandina rêjîmê û ew li ser vê rêyê ma, heta ku Rûsya di sala 2015an de destêwerdana leşkerî kir. Di destpêka sala 2017an de, bi destpêkirina pêvajoya "Astana" re, rewş derbasî qonaxeke nû bû ku Tirkiyê êdî çûna Esed, weke bijardeyekê nabîne.