Semagerek: Sema nasîna Xwedê û jiyana rasteqîn e

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kibrisê semagerek dibêje: “Dinya dizivire, gerdûn dizivire, bihêlin ez jî bizivirim.” Li gor semager Onurcan Bayram, mirov encax bi zivirînê dikare Xwedê û jiyana rasteqîn nas bike û bibe mirovê sergihayî. Zivirîn bêgûman karekî gelek zehmet e, lê zehmet nebe, rehmet jî nabe.

Gelek zehmet e ku mirov ji hişçûna semageran dema li dora xwe bênavber dizivirin, stûyê xwe wekî sêwiyekî li aliyê milê xwe yê rastê ve diçemînin bibîne, hestiyar nebe.

Semagerî ne tenê livîna di ber mûzikê re ye. Çandeke kûr a tasawûfê ye û li gor vê baweriyê, dema semager dizivire, hemû rastiyên gerdûnê dibihîse û paşê hewl dide wê rastiyê di jiyana xwe ya rojane de berceste bike.

Semager Onurcan Bayram dibêje: “Semager an jî derwîş dema dizivire, destê xwe rastê ber bi Xwedê ve, destê xwe yê çepê jî ber bi xelkî ve bilind dike. Ev jî tê wê wateyê ku, ez Xwedê werdigirim û didim xelkî. Ez ti tiştî nakim milkê xwe.”

Zivirîn amajeya çerxa gerdûnê dike, çawa ku di gerdûnê de hemî hebûn di nava çerxekî de ne û bi wê yekê zikra Xwedê dikin, zikra derwîşan jî zivîrîn e. Her dilopekî xwêdana wan, delîlê zehmetiyê ye û her zivirîn jî kamilkirina mirovî ye. 

Semager Onurcan Bayram diyar dike: “Wateya xwêdanê zehmetî ye. Zehmetî di navbera mirovê gihayî û negihayî de pirek e. Mirov bi wê zehmetiyê digihe û tenê kesên têgihiştî dikarin ji wê pirê derbas bibin.”

Sema her çend niha wekî çandeke îslamê bê zanîn û di sedsala 13emîn de bi Mewlanayî nav dabe jî, di pîrozgehên beriya Îsalmê de, sema hebû. Jixwe sema peyveke Avestayî ye û tê wateya asîman. Bilindkirina destên semager ber bi asîman ve û zivirîna wî ya li dora xwe jî du delîlên berbiçav in ku wateya semayê ya di serdema Avestayî de ne tesaduf bû.