Serok Barzanî û Plasschaert rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Tebaxa 2022an pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û qeyrana siyasî hat guftûgokirin û her du aliyan tekezî li wê yekê kirin ku pêwîst e pirsgirêk, kêşe û qeyranên Iraqê di çareçoveya destûrê û bi diyalogê bêne çareserkirin.