Îsraîl li ser rêkeftina atomî ya Îranê nîgeraniya xwe digihîne Washingtonê

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz li ser egera gihiştina rêkeftina bernameya atomî ya Îranê diyar kir: “Ev pêngaveke xirab e û Tel Avîv li dijî rêkeftineke bi vê cûreyê ye.”
Alayên Îsraîl û Amerîkayê
Alayên Îsraîl û Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz li ser egera gihiştina rêkeftina bernameya atomî ya Îranê diyar kir: “Ev pêngaveke xirab e û Tel Avîv li dijî rêkeftineke bi vê cûreyê ye.”

Benny Gantz ji Saziya Giştî ya Weşana Îsraîlê KAN re ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden soz daye ku nahêle Îran çekê atomî bi dest bixe û got: “Em li dijî vê rêkeftinê ne, li ser çekê atomî û şiyana pêtandina uranyûmê ji aliyê Îranê ve, ev rêkeftineke xirab e.”

Ji aliyekî din ve Serokê Encûmena Asayîşa Netewî ya Îsraîlê Eyal Hulata ragihand, derbarê rêkeftina atomî ya Îranê de ji bo gihandina nîgeraniyên welatê xwe bo hevtayê xwe Jake Sullivan, ber bi Washingtonê bi rê ketiye.

Malpera Walla ya Îsraîlê li ser vê mijarê ragihandiye, Amerîka di vê demê de hewl dide dilniyayî bide Îsraîlê ku nêzîkî rêkeftinê nebûye û tawîzên zêdetir nade Tehranê.

Dawiya meha Hezîranê li Dohayê, şandên Amerîka û Îranê bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê, li ser zindîkirina rêkeftina atomî civiyan, lê belê gotûbêjên wan bê encam bûn.

Di serdema Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de, Washinton bi awayekî yekalî ji rêkeftina atomî ya Îranê di sala 2018an de vekişiya û sizayên bi ser Îranê de girantir kir, niha aliyên vê rêkeftinê bi zindîkirina vê rêkeftinê ve mijûl in.