Sê welatiyên xelkê Duhokê li bajarê Êlihê canê xwe ji dest dan

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de 3 welatiyên xelkê Duhokê canê xwe ji dest dan.

Hewlêr (K24) - Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de 3 welatiyên nişteciyên komelgeha Misêrîkê ya ser bi navçeya Sêmêl a Duhokê ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan û welatiyek jî birîndar bû, ku hemû endamên malbatekê ne.

Jêderekî ji navçeya Sêmêl ji K24ê re ragihand, îro danê êvarê 22yê Tebaxa 2022yan, malbateke nişteciyên komelgeha Misêrîkê ya ser bi navçeya Sêmêl a Duhokê, li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê tûşî bûyereke trafîkê bûn, di encama bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Xizmê qurbaniyan Mislim Silêvaneyî ku niha li nexweşxaneya bajarê Êlihê ye, ji Kurdistan24ê re ragihand, Hacî Husên Remezan bavê Silêvaneyî, hevjîna wî Buşra Hesen û xwişkeke wî ya bi navê Xemê Remezan Ehmed û kurê wî, bi mebesra tedawiya bijîşkî serdana Bakurê Kurdistanê kiribûn, lê îro tûşî bûyereke trafîkê bûn.

Mislim Silêvaneyî diyar kir ku Hacî Husên û hevjîna wî û xwişka wî canê xwe ji dest dane û kurê wî jî ku 23 salî ye, ji ber giraniya birîna xwe li nexweşxaneyê di bin çavêdêriyê de ye.

Peyamnêrê K24ê yê li Bakurê Kurdistanê ragihand, bûyer li navçeya Heskîf a ser bi parêzgeha Êlihê rûdaye û ji bo vegerandina termên wan bo Herêma Kurdistanê amadekarî tên kirin.