Fermandarekî din ê Pasdarên Îranê li Sûriyê hat kuştin

Ebûfedil Elîcanî yek ji şêwirmendên leşkerî û serkirdeyên herî navdar ê Pasdarên Îranê li Sûriyê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îranî kuştina Fermandarê Pasdarên Îranê Ebûfedil Elîcanî li Sûriyê ragihand.

Medyaya îranî got: Elîcanî dema bi erkê şêwirmendiyê li Sûriyê bû, hat kuştin.”

Elîcanî efserê zanîngeha Piyade ya Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Emîr El-Mumînîn a Hêza Bejayî ya Pasdarên Îranê li Îsfehanê bû.

Li gorî hin twîtterên çalakvanên opozisyonê li Sûriyê, Ebûfedil Elîcanî di encama êrîşeke rasterast a Îsraîlê ya berî çend rojan li nêzîkî bajarê Helebê de hatiye kuştin.

Heta niha ev zanyarî û hûrgiliyên kuştina Ebûfedil Elîcanî bi fermî ji aliyê Îranê yan jî rejîma Sûriyê ve nehatiye piştrastkirin.

Li gor ajanseke Îranî, Ebûfedil Elîcanî yek ji şêwirmendên leşkerî û serkirdeyên herî navdar ê Pasdarên Îranê li Sûriyê bû. Biryar e termê wî di rojên bê de bo Îranê were veguhestin.

Heftiya borî, Îsraîlê çend cihên li gundewarê Şamê û Tertûsê bombebaran kiribûn û hat gotin ku hêzên Îranî lê bûn.

Li gorî şopîneran, Îran ji mijûlbûna Rûsyayê bi operasyona leşkerî ya li Ukraynayê ku dikeve meha xwe ya şeşemîn, sûd werdigire da ku bandora xwe li Sûriyê xurt bike.