Alîgirên Sadir çûn pêş Encûmena Dadwerî

Xwepêşander li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê dest bi vegirtina konan kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîgirên Muqteda Sedir îro Sêşemê xwepêşandanên xwe berfireh kirin û bi dehan ji wan li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadwerî li devera Kesk ya li Bexdayê çalakiyek mangirtê pêk anîn.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, xwepêşanderan li Bexdayê li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê dest bi vegirtina konan kirin.

Peyamnêrê me li ser zarê xwepêşanderan belav kir ku heta hemû daxwazên wan neyên cibicîkirin, xwepêşandanên wan dê berdewam bin.

Tevgera Sadirî bi serokatiya rêberê Şîe Muqteda Sedir daxwaza guhertina rîşeyî ya sîstema siyasî, destûr, hilbijartinên pêşwext û hilweşandina Encûmena Nûneran dike.

Çarçoveya Hevehangiyê roja 25ê Tîrmeha borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê kandîd kir, alîgirên Tevgera Sedir jî li dijî wê yekê roja 30î Tîrmehê daketin kolanan û dest bi xwepêşandan kirin û heta niha ew xwepêşandan berdewam in.