Amerîka bo aliyên siyasî yên Iraqê: Vegerin destûrê

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxwaz kir, hemû aliyên siyasî pabendî parastina aramiyê bibin.

Hewlêr (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxwaz kir, hemû aliyên siyasî pabendî parastina aramiyê bibin û xwe ji tundiyê dûr bixin û ji bo çareseriya kêşeyên xwe yên siyasî vegerin destûrê.

Îro alîgirên Tevgera Sedir çûn ber Encûmena Dadwerî ya Iraqê û li hember vê yekê, weke bertekek, Encûmena Dadwerî hemû karên xwe dan rawestandin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand: “Em bi hûrgilî û ji nêz ve çavdêriya wan raportan dikin ku li ser aloziya îro ya li ber Encûmena Bilind a Dadwerî digihîjin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Em hemû aliyan han didin ku pabendî parastina aramiyê bibin û xwe ji tundiyê dûr bixin û çareseriya her kêşeyeke siyasî bi rêya aştiyane û bi destûra Iraqê bikin.”

Di beşeke din a peyamê de hatiye diyarkirin: “Her weke çawa em bangewaziyê li xwepêşanderan jî dikin, rêzê li rêkaran û milkê saziyên hikûmeta Iraqê bigrin, ji ber gelê Iraqê xwediyê wan e û xizmeta berjewendiyên wan dikin.”

Piştî dirustbûna zext û fişar li ser Tevgera Sedir, vê êvarê Wezîrê Muqteda Sedir di twîtekê de ji xwepêşanderan daxwaz kir, ji ber Encûmena Bilind a Dadwerî vekişin û vegerin ber Parlamentoya Iraqê.