Nêçîrvan Barzanî: Pûçkirina saziya dadweriyê rewşê aloztir dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandanên alîgirên Sedir de peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandanên alîgirên Sedir de peyamek belav kir û tê de rexne li pûçkirina karên desthilata dadweriyê girt û ragihand: “Pûçkirina saziya dadweriyê rewşê aloztir dike, ji bo wê yekê em daxwazê ji hemû a‏liyan û li xwepêşanderan dikin, saziyan û aştiya civakî biparêzin û li tevgerên aştiyane û medenî dûr nekevin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hat ku îro alîgirên Tevgera Sedir çûn ber Encûmena Dadwerî ya Iraqê û li hember vê yekê, weke bertekek, Encûmena Dadwerî hemû karên xwe dan rawestandin.

Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye diyarkirin: “Em gelek bi baldarî û dilgiraniyê ve li pêşhatên siyasî yên Iraqê dinêrin ku heta diçe ber bi berbelavî û zêdetir kûrtirbûna qeyranan û ‏dûrketina ji hêviyên çareseriyê diçin. Rewş wiha mijûl e paşeroja welat û ‏aştiya civakî dixe metirsiyeke cidî û bi giştî proseya siyasî û ‏hukimranî û saziyan pûç dike.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Xwepêşandanên medenî yên aştiyane, mafekî rewa û destûrî yê parastî ye, lê belê pûçkirina saziya dadweriyê rewşê aloztir dike, ji bo wê yekê em daxwazê ji hemû a‏liyan û li xwepêşanderan dikin, saziyan û aştiya civakî biparêzin û li tevgerên aştiyane û medenî dûr nekevin. Welat êdî nikare xwe li hember wan hemû ‏qeyranên dijwar û bargirjiyê û aloziyên zêdetir berdewam rabigre, dawiyê jî bi ziyana tevahiya gelê Iraqê de temam dibe.‏”

Di dawiya peyamê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez dike: “Welat pêwîstî bi guftûgoyeke ciddî ya niştimanî û ‏berpirsiyarane ya aliyên siyasî ye ji bo peydakirina çareseriyê li ser bingeha ‏destûrê, her ev jî take rêya dirust e ji bo derketina ji qeyran û binbestên siyasî û gihandina welat bi qeraxên aramiyê.”