Miqdad 3 mercan ji bo lihevhatina bi Enqerê re pêşkêş dike

Lavrov redkirina operasyona Tirkiyê ji aliyê welatê xwe ve piştrast dike û Miqdad 3 mercan ji bo lihevhatina bi Enqerê re pêşkêş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov redkirina welatê xwe ji her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê dubare kir. Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî sê merc ji bo lihevhatina bi Tirkiyê re danîn.

Lavrov duhî Sêşemê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş bi hevtayê xwe yê Sûrî Feysel Miqdad re li Moskoyê derbarê amadekariyên Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de ragihand, operasyonên nû yên leşkerî li Sûriyê nayên qebûlkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, Rûsya bi hikûmeta Sûriyê re kar dike, ji bo rê li ber her tevgereke leşkerî ya nû bigire.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad bang li Tirkiyê kir ku “rêzê li serweriya Sûriyê bigire, ji xaka Sûriyê vekişe, û piştgiriya xwe ji rêxistinên terorîst re rawestîne” berî ku nêzîkbûnek di navbera Enqere û Şamê de pêk were.

Got jî: “Şam rol û bizavên Rûsya û Îranê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bilind dinirxîne.” Lê tekez kir ku “erk in hene ku divê Enqere wan bi cih bîne”.

Miqdad destnîşan kir jî: "“kesê ku berê piştgiriya terorê dikir, bawerî pê nayê.”

Ev daxuyanî di demekê de tên, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duhî piştrast kir ku li ser asta îstixbaratê di navbera Şam û Enqerê de diyalogek rasteqîne heye.

Diyar kir jî, ti pêşmercên Tirkiyê ji bo diyalogê bi aliyên Sûrî re nînin û divê ew diyalog cidî bin.

Tirkiye di van demên dawî de gelek caran amaje bi niyaza xwe ya asayîkirina pêwendiyan bi Esed re dike, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî roja Îna borî di hevpeyvînekê bi rojnamevanan re got: "Divê em bi Sûriyeyê re gavên zêdetir biavêjin.”