Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li Dêrazorê hat armanckirin

Artêşa Amerîka jî bersiva êrîşê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li Dêrazorê hat armanckirin, artêşa Amerîka jî bersiva êrîşê dide.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, bingeha Hevpeymaniya Navdewletî li kêlgeha Konîko yê gazê li gundewarê Dêrazorê bi 2 mûşekan hate armanckirin.

Reuters ji zarê berpirsên Amerîkî ragihand, artêşa Amerîkî bersiva êrîşa mûşekî ya grûpên ser bi Îranê ve da û di encamê de hejmareke çekdar hatin kuştin.

Pêr jî firokeyên artêşa Amerîka bi biryara Serokê Amerîka Joe Biden depoyên çekan ên mîlîşyayên ser bi Îranî ve li gundê Eyyaş li Dêrazorê bombebaran kiribûn.

Amerîka hêzên xwe bo cara yekem di serdema serokê berê yê Amerîka Barack Obama li Sûriyê bi cih kir û bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şerê li dijî DAIŞê kir.

Niha nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyê hene, piraniya wan li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê bi cih dibin.