HDP: Diyaloga Enqere bi Şamê re li ser bingeha jinavbirina destkeftên Kurdan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka HDPê Ebru Gunay da xuyakirin, desthilata Tirkiyê piştî şerê 11 salan a li Sûriyê, dixwaza bi hikûmeta Esed re dest bi diyalog û danûstandinê bike. Da zanîn armanca desthilatê ne çareserî ye, berûvajî wê, li ser bingeha jinavbirina Kurdan û destkeftên Kurdan e. Ebru Gunay bang li dijbereya Tirkiye jî dike, piştgirî nedin siyaseta desthilatê ya li ser nehîştina Kurdan.

Berdevka HDP Ebru Gunay li Diyaberkirê di konferanseke rojnamevanî de got: “Êrişên desthilata Tirkiyê li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê didomin.  Wê ji 2011’ê ve piştevaniya şerê Sûriyê kir û cara yekem e jî behsa diyalog û danûstadina bi Esed re dike. Armanca desthilatê ne diyalog e. Hewla diyaloga bi Esed re jinavbirina Kurdan e. Desthilatê nekarî wê bi destê DAIŞ bike, ew bixwe ket nava axa Sûriyê, da ku wê tune bike, niha jî bi navê diyalogê dixwaze bi destê Esed wê armanca xwe pêk bîne.”

Gunay tekez dike: “Armanca Tirkiyê li Sûriyê tenê dijayetiya Kurdan û nehîştina destkeftên Kurdan e. Ev ne siyaseta çareseriyê ye. Divê gelên Sûriyê, pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin û ti destêwerdana derveyî nebe. Em bang li aliyên dijbere jî dikin, piştevanî nedin siyaseta desthilatê ya jinavbirina Kurdan.”

Ev daxuyaniya Berdevka HDP Ebru Gunay di demekê de ye, berpirsên Tirkiyê di dama dawî de behsa asayîkirina pêwendiyên bi rêjîma Esed re û lihevhatina opozîsyon û rêjîmê dikin.

Di wê derbarê de jî, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Moskoyê pêr di konferanseke rojnamevanî ligel hevtayê yê Rûsî Sergey Lavrov de daxwaz ji Tirkiyê kir ku berî ti nêzîkbûnek di navbera Enqere û Şamê de pêk were, “rêzê li serweriya Sûriyê bigire, ji xaka Sûriyê vekişe û piştgiriya xwe ji rêxistinên terorîstî re rawestîne”