Enfala Badînanê.. Qonaxa heştem a Enfalê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 25ê Tebaxa 1988an de, di dirêjahiya zincîreya tawanên rêjîma Iraqê li dijî gelê Kurdistanê de, beşeke mezin a navçe û gundên devera Badînanê ketin ber hilmeta nemirovane ya kîmyabaran, girtin, kuştin, raguhastin û enfalkirina welatiyên bêtawan ji aliyê hêzên rêjîma berê ya Iraqê ya rûxandî.

Hemleya Enfala Badînanê, qonaxa dawî ya Enfalê bû, rejîma Iraqê weke hemû navçeyên din ên Kurdistanê, tawaneke din a hovane li hember gelê devera Badînan kir ku di encama hemleya ku çekê qedexekirî tê de hat bikaranîn de bi hezaran kes hatin şehîd û wendakirin û bi deh hezaran kes jî koçber û derbider bûne û bi sedan gund wêran bûn.