Ji Amerîkayê daxuyaniya li ser pêwendiyên Şam û Enqerê

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand, niyeteke wan tune ye ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi rejîma Esed re baş bikin û diyar kir, ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re ew piştgirî nadin welatên din jî.
Wezareta Derve ya Amerîkayê
Wezareta Derve ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand, niyeteke wan tune ye ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi rejîma Esed re baş bikin û diyar kir, ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re ew piştgirî nadin welatên din jî.

Amerîkayê piştî hevdîtin û peyamên Tirkiyê û Sûriyê yên ji bo çareserkirina nakokiyan û asayîkirina peywendiyan, cara yekem derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîneke rojnamevaniyê de got, ew piştgirî nadin asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê û ew jî dê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re asayî nekin.

Vedant Patel derbarê cezayên li ser Sûriyê jî amaje bi wê yekê kiriye ku heta çareseriyeke siyasî ya rasteqîn çênebe ew sepandinên xwe betal nakin û dê ev helwesta wan li dijî jinûveavakirina Sûriyê jî berdewam be.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha li ser vê mijarê gotibû: “Ti derdekî me tune ye ku em Esed bin bixin an bin nexin. Mirov nikare di navbera dewletan de diyaloga siyasî û dîplomasî bigre.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihandibû ku li ser rêxistinên îstîxbaratê diyalog tên birêvebirin û ji bo diyaloga ligel Sûriyê ti mercekî wan ê pêşwext tune ye.