Li Kerkûkê di navbera cotkarên Kurd û Ereb de şer rûda

Li gundê Çexmaxê yê li rojhilatê Kerkûkê hejmarek cotkarên Ereb avêtin ser cotkarên Kurd û di navbera her du aliyan de şer û pevçûn derket.
Gundê Çexmaxê
Gundê Çexmaxê

Kerkûk (K24) – Li gundê Çexmaxê yê li rojhilatê Kerkûkê duh êvarê hejmarek cotkarên Ereb avêtin ser cotkarên Kurd û di navbera her du aliyan de şer û pevçûn derket.

Muxtarê gund Kiwêxa Umer Şasiwar ji K24ê re ragihand: “Ew Ereb hatine ser gundê me û dagir kirine, piştî 16ê Cotmehê ve, 300 donim erdên cotkarên Kurd dagir kirine û hatina wan jî bi armanca sivikatîkirin û tirsandina welatiyên Kurd ên li gund bû.”

Kiwêxa Umer Şasiwar eşkere kir ku di encamê de şer û pevçûn di navbera her du aliyan de qewimiye û li her du aliyan birîndar hene.

Şasiwar diyar kir: “Di şer de çek nehatiye bikaranîn û tenê bi daran bûye. Ew Ereb piştevaniya wan ji îdareya Kerkûkê heye û desthilatdar in û bi awayekî berdewam zextê li me dikin, da ku bi yekcarî gund vala bikin.”

Muxtarê gundê Çexmaxê eşkere dike, ji 150 malên li gund, piştî 16ê Cotmehê û vekişîna hêzên Pêşmerge, ji ber nebaşbûna rewşa ewlehiyê, tenê 7 mal mane û berevaniya gund û nasnameya xwe dikin.

Kiwêxa Umer Şasiwar daxwaz dike ku serkirdetiya Kurd û nûnerên Kurdan hewlên cidî bidin û berevaniya wan bikin, da ku gund bi yekcarî neyê valakirin.