Emar Hekîm peyamek ji Muqteda Sedir re şand

Paşguhkirina her aliyekî, "kêşeyên mezin" li ser hikûmeta nû ya Iraqê dirust dike.
Konferansa Îslamî ya ji bo Rûbirûbûna Tundûtûjiya li hember Jinan
Konferansa Îslamî ya ji bo Rûbirûbûna Tundûtûjiya li hember Jinan

Hewlêr (K24) – Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm di wê baweriyê de ye ku paşguhkirina her aliyekî, "kêşeyên mezin" li ser hikûmeta nû ya Iraqê dirust dike û ragihandiye: “Nabe em xwe li derveyî yasayan sepînin.”

Emar Hekîm di Konferansa Îslamî ya ji bo Rûbirûbûna Tundûtûjiya li hember Jinan de ku îro şemiyê 27ê Tebaxê li Bexdayê birêve diçe, careke din tekez kir ku tevgera wî di hikûmeta nû de beşdar nabe û ev jî nayê wateya "reva ji berpirsyariyê".

Hekîm tevî ku beşdariya Tevgera Sedir di proseya siyasî de girîng dibîne, dibêje ku "Nabe em xwe li derveyî yasayan bisepînin… Paşguhkirina her aliyekî, astengiyên mezin i ber hikûmeta nû dirust dike".

Dibe ku mebesta Emar Hekîm bi "xwesepandina li derveyî yasayan", xwepêşandan û mangirtina van demên dawî yên alîgirên Muqteda Sedir ên li ber avahiya Parlamentoya Iraqê be, ku nêzîkî mehekê ye berdewam e.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên pêşwext dike.

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm hilbijartinên pêşwext weke "bijardeyeke baş" dibîne ji bo derbasbûna Iraqê ji xitmîna siyasî, lê belê pêwîst dibîne ku yasaya hilbijartinan û çend madeyên di destûra Iraqê de werin sererastkirin. Lê belê bi awayekî zelal, destûrên ku divê werin sererastkirin eşkere nekiriye.

Emar Hekîm berevajî Muqteda Sedir, wisa dibîne ku parlamento heta birêveçûna hilbijartinên pêşwext, karên xwe bimeşîne.