Di dîroka Parlamentoya Tirkiyê de cara yekem: 1691 dosyeyên rakirina parêzbendiyê li komîsyonê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Hevbeş hejmara dosyayên derbarê rakirina parêzbendiya parlamenteriyê de gihiştiye 1691 dosyeyan.
Derbarê 196 parlamenteran de fezleke hatine amadekirin ku herî zêde yên HDPê û CHPê ne. Ji dosyeyan 1231 ên parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 272 dosye jî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) ne. Herwiha 77 dosye jî yên parlamenterên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) in.
Tevî van 18 dosye yên parlamenterên AKP, 14 yên IYI Partî û 11 jî yên parlamenterên MHPê ne. 68 dosye jî yên partiyên din û parlamenterên serbixwe ne. Li gor zanyariyan 78 dosyeyên parêzbendiyê jî bi hincetên cuda bo dozgeriyê paşve hatine şandin.
Di dîroka Parlamentoya Tirkiyê de cara yekem e ku hejmara dosyeya parêzbendiya parlamenteran ewqasî zêde bûye û bi 77 dosyeyan parlamentera ku herî zêde derbarê wê de dosye hene jî Hevserok û Parlamentera DBPê ya Diyarbekirê Salihe Aydeniz e.
Herwiha di vê demê de ji ber biryara dadgehê parlamenteriya Parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari jî hat hilweşandin û parêzbendiya parlamenteriya Semra Guzel jî hat rakirin. Parlamenterên serbixwe Mensur Işik û Tuma Çelik jî parêzbendiya wan a parlamenteriyê hatiye rakirin.