Cemîl Bayik: Tirkiye, Rûsya û Îranê lihev kirine rejîma Sûriyê vegerînin Rojavayê Kurdistanê

Hevserokê KCKê: Erdogan û Putîn li Soçiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê rêkeftineke din kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKê Cemîl Bayik dibêje, Tirkiye, Rusya û Îran li civîna Tehranê lihev kirine, Enqere û Şam careke din danûstandinan bikin û rejîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî desthilat. Bayik got jî, Erdogan û Putîn li Soçiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê rêkeftineke din kirine. Hevserokê PYDê Salih Muslim jî ji ber êrîşên asimanî yên Tirkiyeyê gazind ji Rûsyayê dike.

Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re, rojeveke berifireh dirust kiriye û karvedana herî dawî ya vê rojevê ji PKKê hat.

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ji televîzyona Sterk TV re eşkere dike, biryara asayîkirina pêwendiyên Enqereyê û Şamê, li Tehranê di civîna sêalî ya Tirkiyeyê û Rusyayê û Îranê de hatiye girtin.

Bayik dibêje, her sê welat di wê civînê de li hev kirin ku hikûmeta Şamê careke din vegerînin Rojavayê Kurdistanê.

Li gor Bayikî, Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan, piştî Tehranê, ji bo wergirtina sozên zêdetir çûye Soçiyê û bi Serokê Rusyayê Vladîmîr Putînî re rêkeftina duyem kiriye. Zêdebûna êrîşên asmanî yên li Rojavayê Kurdistanê jî encama vê rêkeftinê ye.

Ji aliyê xwe ve jî Hevserokê PYDê Salih Muslim jî ji ber êrîşên asmanî yên Tirkiyê gazindan ji Rusyayê dike. Muslîm ajansa “RT” a Rûsya re got, qet nebe Amerîka êrîşên Tirkiyê şermezar dike, lê Rusya wê jî nake.

Di dema dawî de bi zêdebûna gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê re, êrîşên Tirkiyê li ser deverên sivîlan li Rojavayê Kurdistanê, bakurê Sûriyê, xalên leşkerî yên HSDê û artêşa Sûriyê zêde bûne û di encamê de sivîl jî dibin qurbanî. 

Roja Iniyê Wezareta Derve ya Amerîkayê, li dijî nêzikbûna Enqere û Şamê derketibû û ragihandibû, nabe çi welat pêwendiyên xwe digel rejîma Esadî asayî bikin. Divê welatên li navçeyê, hişê xwe bidin ser hovîtîya Esedî ya deh salên dawî.