Hevdîtinên Memlûk-Fîdan.. Daxwazên ji hev û çareseriyên ji Rûsyayê

Rûsya di wê baweriyê de ye ku planên Tirkiyê yên operasyona leşkerî li Sûriyê rawestand û gotar û daxuyaniyên Enqere û Şamê guhartine
Hakan Fîdan - Elî Memlûk
Hakan Fîdan - Elî Memlûk

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Erebî aşkere kir, danûstandinên ewlehiyê yên bi serokatiya Rêveberê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk û Rêveberê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan li Moskowê, cudahiya di navbera herdu aliyan de nîşan daye.

Rojnameya “El-Şerq El-Ewset” diyar kir, danûstandinên ewlehiyê yên bi serokatiya Rêveberê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk û Rêveberê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan li Moskowê, cudahiya di navbera herdu aliyan de nîşan daye.

Diyar kir jî, Şam daxwaza vekişîna Tirkiye ji Sûriyê dike. Enqere jî tekeziyê li ser avakirina “herêmên ewle” li bakurê Sûriyê dike. Di heman demê de jî, aliyê Rûsî navbeynkariya xwe berdewam dike ji bo nehîştina wê cudahiyê û dixwaze her du alî (Enqere û Şam) hevahengiyê li dijî tevgerên cudaxwaz bikin.

Her li gorî wê raporê, çendîn hevdîtinên nehênî li ser astên cûda di navbera Tirkiyê û Sûriyê de li Laziqiyê, Tehran û Moskoyê hatine kirin.

Diyar kir jî, di hevdîtineke Memlûk û Fîdan de ku bi serperiştiya Rûsyayê hatiye kirin, Memûk di wê civînê de ji aliyê Tirkiyê xwastiye ku pabendî lihevkirinên Soçî bibe û rêya di navbera Heleb û Laziqiyê veke û ji axa Sûriyê vekişe. Li aliyê din Fîdan jî daxwaza alîkariyê kiriye li dijî PKKê û YPGê, û piştre ew yek bibe rêkkeftineke siyasî jî. Li aliyê din ve jî, Fîdan daxwaza hevkarîkirina li dijî YPG, PKK û lêgerîna çareseriyeke siyasî kir.

Li gorî wê rojnameyê, Rûsya di wê baweriyê de ye ku planên Tirkiyê yên operasyona leşkerî li Sûriyê rawestand û gotar û daxuyaniyên Tirkiyê û Sûriyê guhartin. Her wiha Rûsya di wê baweriyê de ye jî ku “vekişîna Tirkiyê ji Sûriyê dê bibe, lê ev ne di demeke nêzîk de.”. Navbênkarê Rûsî niha kar li ser “planeke kar” dike ku daxwaze xalên hevbeş ên her du aliyan tê de bi cih bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu aşkere kiribû, wî li Belgradê bi hevtayê xwe yê Sûrî Feysel Miqdad re hevdîtin kiriye, niha jî ti proseyeke gotûbêjan di astên bilind de nîne, lê îstixbaratên her du welatan di pêwendiyê de ne, daxuyaniyên Tirkiyê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re, rojeveke berfireh dirust kiriye.

Di wê derbarê de, balyozê berê yê Sûriyê li Tirkiyê Nîdal Qeblan ji ajanseke Rûsî re ragihand, Şam dê daxwaz bike ku "Tirkiye dest ji piştgiriya rêxistinên terorîst berde, Idlib û parêzgehên din, deriyê sînorî Bab El-Hawa û riya M4 ya Laziqiye bi Heleb û bakur û bakur rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide vegerin di bin kontrola dewleta Sûriyê de.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di vegera serdana xwe ya Ukraynayê de, di balafirê de bersiv da pirsên rojnamevanan û ragihand: "Divê em bi Sûriyeyê re gavên zêdetir biavêjin.”