MAN City bi “Hat-Trick” a Haaland bi ser Crystal Palace ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Di gera çaremîn a Premier Lîga Îngiltrayê de, Manchester City paşketina xwe a bi (2) golan li hember mêvana xwe Crystal Palace veguhart û bi encama (4 – 2) bi ser ket.

Di nîva yekem de Crystal Palace bi du golan derket pêş, John Stones bi xeletî û Joachim Anderson di xulekên (4 û 21) de gol tomar kirin.

MAN City di nîvê duyemîn de hêz da xwe û bi çar golan bersiv da. Bernardo Silva di xuleka (53) de gola yekem tomar kir û Erling Haaland 3 gol “hat-trick” di xulekên (62, 70 û 81) de tomar kirin.

MAN City di lîgê de pûanên xwe gihand 10 pûanan di rêza duyem a rêzbendiyê de girt, Crystal Palace jî bi 4 pûanan di rêza 13emîn de ma.