Rûsya sîstema berevaniya asmanî S-300 ji Sûriyê vedikişîne

Ji ber şerê li Ukraynayê, Mosko bi pirsgirêkên kêmbûna çekan re rû bi rû ye
Sîstema berevaniya asmanî ya Rûsî S-300
Sîstema berevaniya asmanî ya Rûsî S-300

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber kêmbûna çek û sîstema berevaniyê di şerê Ukraynayê de, Rûsya sîstema xwe ya berevaniya asmanî S-300 ji Sûriyê vedikişîne.

Kompanyaya Îstîxbarata Taybet a Îsraîlî “ImageSatIntl” ​​dîmenên belav kirin û tê de xuya dike ku Rûsya sîstema S-300 ji Sûriyê veguhestiye Rûsyayê.

ImageSat International hin dîmen weşandin ku nîşan dide sîstema S-300 ya ku bi salan e li nêzîkî bajarê Masyaf li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi cih bûbû, di hefteyên dawî de hatiye rakirin.

Diyar kir jî, radara vê sîstemê ji bo baregeha asmanî ya Himêmîm a Rûsyayê li rojavayê Sûriyê hatiye veguhestin û bataryayên S-300 jî derbasî bendera Tartusê bûne û li keştiyeke Rûsyayê ku ber bi bendera Novorossiysk ya Deryaya Reş ve diçû, hat barkirin.

Wê kompanyayê amaje bi wê da, ji ber şerê li Ukraynayê, kêmbûn di çekê Rûsyayê dirust bûye, ji ber wê neçar bûye ku sîstema S-300 ji Sûriyê vekişîne û kêmbûna xwe tije bike.

Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê, Rûsya bi mûşekên erd-asman li armancên bijahî li Ukrayna dide, ev jî nîşaneya wê yekê ye ku Mosko bi pirsgirêkên çekên bijahî re rû bi rû ye.

Di wê derbarê de jî, Rêveberê Herêma Mykolaîvê ya li başûrê Ukraynayê Vitaly Kim got, Rûsyayê bi mûşekên S-300 li armancên bijahî daye.

Sîstema mûşekên S-300 di serdema Sovyeta berê de hatiya dirustkirin, cara yekem jî di sala 1979an de hate bicîh kirin, ji bor rûbirûbûna êrişên asmanî û mûşekên cruise hatiya dirustkirin.

Piştî ku sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê di 17ê Îlona 2018an de firokeyeke çavdêriyê ya Rûsî di dema êrişa asmanî ya Îsraîlê de li ser Deryaya Sipî xist xwarê, Rûsyayê sîstema berevaniya asmanî ya S-300PMU-2 li Sûriyê bi cih kiribû.