Tevgera Sedirê: Em daxwaza Iraqeke bê mîlîşya dikin

Tevgera Sadirê nêrîna xwe ya ji bo Iraqa nû pêşkêş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Sedir daxwaza Iraqeke bê mîlîşyayên çekdar dike û dibêje, nabe çek di destê kesên deryasayî de bin.

Salih Mihemed ku bi Wezîrê Sedir tê naskirin di nûtirîn peyama xwe de dibêje: “Werin ji bo Iraqeke nû ku ne bindestî, ne mîlîşya, ne dagîrkerî, ne teror, ne gendelî, ne madeyên hişbir, ne çekê nekontrolkirî û ne kesên hatin ezmûnkirin tê de hebin.”

Wezîrê Sedir dibêje: “Pêwîst e dadgeha dadperwer li Iraqê hebe û rêz li pêkhaeyan bê girtin û hikûmet jî xizmeta welatiyan bike.”

Ev yek di demekê de ye, Wezîrê Sedir derbarê rewşa iraqê de twitteke din weşandibû û tê de ragihandibû, nabe ti aliyekî siyasî ku piştî dagîrkirina Amerîka di sala 2003an ve beşdarî proseya siyasî ya Iraqê bûbe, di pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê de beşdar bibe, Tevgera Sedir jî di nav de.

Di wê derbarê de jî, serkirdeyê di Hevpeymaniya Dewleta Yasa Fazil Mewat got ku “tiştê ku wezîrê Sedir pêşniyar kiriye nikare were cîbicîkirin, nemaze ku ew ne daxwazeke destûrî û ne jî yasayî ye, ji ber vê yekê tiştek nîne ku rê li ber beşdarbûna hêzên siyasî di proseya siyasî de bigire.”

Ji dema hilbijartinên parlemanî yên di Cotmeha 2021ê de ku tê de Tevgera Sadirê serketî bû û nekariye hikûmetê ava bike, proseya siyasî ya Iraqê xetimiye. Li gor şopîneran jî sedema wê yekê vedigere nakokiyên di navbera Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de.

Alîgirên Tevgera Sadirê ev nêzî mehekê ye li ber Encûmena Nûneran dest bi mangirtin û xwepêşandanan kiriye ji bo rê li pêşiya avakirina hikumetê bigire. Di heman demê de jî Çarçoveya Hevahengiyê ji 12’ê Tebaxê û vir ve li ser rêya diçe Navçeya Kesk a li Bexdayê dest bi mangirtinê kiriye.