Dehemîn Festîvala werzişên avê ya Deryaya Wanê birêve çû

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Werzişên Avê ya Deryaya Wanê ku 27'ê mehê destpê kiribû bidawî bû. Di festîvalê de 300 werzişvanan, di deh beşên werzişê de huner û jîrbûnên xwe nîşan dan. Şaredarê Edremîda Wanê dibêje, xelk êdî aramî dixwazin û dixwazin cuh û tiştên cuda bibînin.Welatî dixwazin zêdetir derfet bo ciwanan werin pêşkêşkirin.

Dehemîn Festîvala werzişên avê ya Deryaya Wanê birêve çû. Festîval 27’ê mehê bi armanca nasandina derfetên geştyarî yên Derya Wanê destpê kir û du rojan berdewam bû. 

Di festîvalê de çalakî û pêşbirkên curbicur hatin kirin. Şaredarê Edremîdê dibêje, mirov êdî aramî dixwazin û hewl didin demê xwe bi dilxweşiyê derbas bikin.

Şaredarê Edremîdê Îsmaîl Say got: “Edremîd di heman demê de navendeke kulturî ye. Mirov êdî dixwazin cihên cuda, tiştên cuda bibînin. Me jî xwest em bibin navendeke baş ya geştyarî û serdanan. Spas bo Xudê, ev du sal in serdan zêde bûne. Ev çalakî jî encamê vê ye. Pêwîstiya mirovan bi aramî û dilxweşiyê heye. Me jî xwest em bibin parçeyeka vê.”

Di nav werzişan de, nimayîşa flaying bord balkêş bû û demên dirêj berdewam kir. Parlamenter û berpirsên navçeyê jî di festîvalê de amadebûn ku xwestin zêdetir derfet bo ciwanan were pêşkêşkirin.

Cîgirê Rêveberê Werziş Û Ciwanan Yê Wanê Yalçin Ozdemîr dibêje: “Me xelatên werzişvanên serkeftî dabeş kirin. Em hewl didin werziş bigihe ciwanan. Li bajarê me bingeha Voleybolê jî heye. Beşdariyek baş hebû. Welatîyan demeke xweş derbas kirin. Em hewl didin festîvala xwe bi beşdariya bajarên derdor firehtir bikin.”

300 werzişvan, di beşên futobol û voleybola qeraxa deryayê, pêşbirka keştiyên bayî, raftîng, melevanî û paskilsiwarî jî di nav de, di 10 beşan de huner û jîrbûna xwe nîşan dan.