Serokê Îtîlafê red dike ji wan hatibe xwastin ku ji Tirkiyê derkevin

Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salim El-Meslet: Medyaya ser bi rêjîma Esed ve axaftinên xapînok afirandine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salim El-Meslet red dike Tirkiyê daxwaz ji wan kiribe, ji nava xaka Tirkiyê derkevin.

Ajansa nûçeyan a Îranî “Tasnim” li ser zarê hin çavkaniyan ragihand, “Di çarçoveya berdewamiya hewlên wê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên xwe bi Şamê re, Enqera daxwaz ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê kiriye ku ji axa Tirkiyê derkeve.”

Da zanîn jî: “Hefteya borî berpirsekî Tirkiyê bi Salim El-Meslet re civiya û wî berpirsê Tirk got ku Enqere dixwaze pêwendiyên xwe bi Şamê re asayî bike û divê opozîsyona Sûriyê xwe bi vê rastiyê re biguncîne. Di vê çarçoveyê de divê opozîsyon jî xwe bi vê yekê re biguncîne. Di vê çarçoveyê de jî, divê opozîsyon welatekî alternatîf ji bo koçberan peyda bike û hemû xebatên xwe yên siyasî û medyayî yên li hundirê Tirkiyeyê rawestîne.”

Di wê derbarê de, Salim El-Meslet li Twittera xwe nivîsî: “Medyaya rêjîma Esed û hevalbendên wê bi berdewamî gotegotên jehrîn belav dikin, bi mebesta dûrxistina gelê Sûriyê ji bira û piştevanên wan.”

El-Meslet got jî, “medyaya ser bi rêjîma Esed ve axaftinên xapînok afirandine ku dibêjin di hevdîtina me bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re hatine kirin.”

El-Meslet dibêje: “Ez careke din piştrast dikim ku Tirkiyê bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ji daxwazên gelê Sûriyê re li gorî biryara 2254 nîşan daye.”

Ev yek piştî wê tê, çend roj in berpirsên hikûmeta Enqerê banga asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re dikin û daxwaza lihevhatina opozîsyon û rêjîma Sûriyê dikin.

Hevdem jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja 24ê vê mehê bi Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê Salem El-Meslet, Serokê Desteya Danûstandinan Bedir Camûs û Serokwezîrê Hikûmeta Demkî Ebdilrehman Mistefa hevdîtin kiribû.

Çavuşoglu di wê derbarê de li Twittera xwe nivîsî: “Em beşdariya opozîsyonê di pêvajoya siyasî ya di çarçoveya biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de pîroz dikin û piştgiriyê didin wan.”