Firokeyeke Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir

Kampa Mexmûrê ji aliyê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kampa Mexmûrê berî bîstekê ji aliyê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê hat bombebarankirin.

Jêderekî agahdar ji Mexmûrê ji K24ê re got, firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê taxa çar a Kampa Mexmûrê bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, hejmarek kes birîndar bûne.

Wî jêderî destnîşan kir, berî bombebaranê, dengê firokeyan li asmanê Mexmûrê hat bihîstin.

Li kampa Mexmûrê dora 12 hezar kes lê dimîne û piraniya wan alîgir û malbatên gerîlayên PKKê ne.

Berê jî gelek caran ew kamp ji aliyê firokeyên Tirkiyê hatiye bombebarankirin û ziyanên canî û madî di encamê de derketine.