Qedexeya çûnûhatinê ya giştî li Bexdayê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê qedexeya çûnûhatina giştî li Bexdayê ragihand.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, qedexeya çûnûhatina giştî îro Duşemê ji demjimêr 15:30 ve li paytext Bexdayê dest pê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên ewlekarî bang li xwepêşanderan dikin ku yekser ji hundirê Navçeya Kesk vekişin. Tekez kir jî, ew pabendî astên herî bilind ên xwegirtinê û reftarên biratî ne, ji bo pêşîgirtina li pevçûnan û rijandina xwîna Îraqiyan.

Diyar kir jî, hêzên ewlehiyê berpirsiyariya xwe ji bo parastina saziyên hikûmetê, şandên navdewletî, milkên giştî û taybet piştrast dikin.

Amaje bi wê jî kir, serederî bi xwepêşandanên aştiyane re, li gorî destûr û yasayan tê kirin û hêzên ewlehiyê dê erkê xwe ji bo parastina ewlehî û aramiyê pêk bînin.