Xwepêşander li derdora Koşka Komariyê ne

Piştî Muqteda Sedir ragihand ku ew dest ji karê siyasî berdaye, rewşa Bexdayê aloz bû û xwepêşander hewl didin ji berbestên li Navçeya Kesk derbas bibin.

Hewlêr (K24) – Xwepêşanderên li Navçeya Kesk a li Bexdayê nêzîkî berbestên Koşka Komarî ne û yek ji xwepêşanderan ku ji Kurdistan24ê re axivî, got: “Em ji bo Muqteda Sedir fîda ne, em hatin ku dest bi ser Koşkê de bigrin.”

Piştî Muqteda Sedir ragihand ku ew dest ji karê siyasî berdaye, rewşa Bexdayê aloz bû û xwepêşander hewl didin ji berbestên li Navçeya Kesk derbas bibin.

Peyamnêrê K24ê li nav xwepêşanderan ragihand, her ku diçe hejmara xwepêşanderan zêdetir dibin û xelk bi girseyî berê xwe didin Navçeya Kesk.

Îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan, Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir îro destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.

Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.

Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”

Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.