Rûniştinên Encûmena Wezîran heta demeke nediyar hatin rawestandin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hemû rûniştinên Encûmena Wezîran a Iraqê heta demeke nediyar rawestand.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hemû rûniştinên Encûmena Wezîran a Iraqê heta demeke nediyar rawestand.

Îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji ber rewla niha ya Bexdayê biryar da, hemû rûniştinên Encûmena Wezîran a Iraqê heta demeke nediyar were rawestandin.

Ev biryara Mistefa Kazimî di demekê de ye ku îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku ew dest ji karê siyasî berdaye, rewşa Bexdayê aloz bû û xwepêşander hewl didin ji berbestên li Navçeya Kesk derbas bibin.

Peyamnêrê K24ê li nav xwepêşanderan ragihand, her ku diçe hejmara xwepêşanderan zêdetir dibin û xelk bi girseyî berê xwe didin Navçeya Kesk.

Îro Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir îro destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.

Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.

Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”

Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.