Mistefa Kazimî ji Muqteda Sedir alîkariyê dixwaze

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji xwepêşanderan daxwaz dike ku ji Navçeya Kesk vekişin û hemû alî aram bin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji xwepêşanderan daxwaz dike ku ji Navçeya Kesk vekişin û hemû alî aram bin.

Mistefa Kazimî ji Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî dixwaze, ji alîgirên xwe daxwaz bike ku ji Navçeya Kesk û ji nêzîkî saziyên hikûmetê vekişin, her weke çawa beriya niha li ser parastina saziyên dewletê rijd bûn.

Piştî ku hejmarek ji xwepêşanderan derbasî nav Koşka Hikûmî ya Baregeha Encûmena Wezîran a Iraqê ya li Navçeya Kesk bûn, Mistefa Kazimî biryar da, rûniştinên Encûmena Wezîran heta demeke nediyar werin rawestandin.

Îro Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir îro destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.

Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.

Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”

Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.