Îran ji welatiyên xwe daxwaz dike serdana Iraqê nekin

Ji ber rewşa niha ya Iraqê û xwepêşandanên îro yên li Bexdayê, Wezareta Navxwe ya Îranê ji welatiyên xwe daxwaz dike ku serdana Iraqê nekin.

Hewlêr (K24) – Ji ber rewşa niha ya Iraqê û xwepêşandanên îro yên li Bexdayê, Wezareta Navxwe ya Îranê ji welatiyên xwe daxwaz dike ku serdana Iraqê nekin.

Wezareta Navxwe ya Îranê îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan di daxuyaniyekê de ji welatiyên xwe daxwaz kir, serdana Iraqê nekin, herwiha eşkere kir ku ew ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li Iraqê dixebitin.

Ev daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Îranê di demekê de ye ku Îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.

Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.

Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”

Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.