Brîtanya: Divê xwepêşander avahiyên hikûmetê vala bikin

Rêkxerê Karûbarên Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Bexdayê James Downer daxuyaniyek li ser rewşa îro ya Bexdayê belav kir.

Hewlêr (K24) – Rêkxerê Karûbarên Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Bexdayê James Downer daxuyaniyek li ser rewşa îro ya Bexdayê belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Brîtanya gelek nîgerana wan bûyeran e ku îro li Bexdayê rûdane, bi taybetî jî nûçeya hebûna qurbaniyan.”

Herwiha hat diyarkirin: “Em hana wê yekê didin ku li qadên giştî, xwe ji tundûtûjiyê dûr bigrin, divê xwepêşandanên wan aştiyane bin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Rakişandina welat ber bi tundûtûjiyê ve, tiştekî ne hêjayî gelê Iraqê ye ku rûbirûyî wê bibe.”

James Downer diyar kiriye: “Pêwîstiya Iraqê bi saziyên aktîv heye, da ku rûbirûyî astengiyan bibin û xizmetgizariyên xwe pêşkêş bikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Em xwepêşanderan han didin ku ji avahiyên hikûmetê vekişin û hêzên ewlehiyê yên ser bi dewletê jî berpirsyarên yekem in ku asayîşa xwepêşandanan biparêzin û parêzvaniya milk û malên giştî û avahiyên hikûmetê bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî Rêkxerê Karûbarên Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Bexdayê James Downer destnîşan kiriye: “Em hêzên ewlehiyê han didin ku rêkarên guncaw ligel bûyeran bigrin ber xwe û em bang li hemû aliyan dikin ku gotûbêjê bikin pêşîneya gihîştina çareseriya aştiyane û yasayî ku hemûyan bigre û di berjewendiya gelê Iraqê de be.”