Guterres bo aliyên Iraqî: Dest bi gotûbêjeke aştiyane bikin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres nîgeraniya xwe derbarê hebûna qurbaniyan di xwepêşandanên Iraqê de û derbarê êrîşkirina ser avahiyên hikûmetê de nîşan da.

Hewlêr (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres nîgeraniya xwe derbarê hebûna qurbaniyan di xwepêşandanên Iraqê de û derbarê êrîşkirina ser avahiyên hikûmetê de nîşan da.

Antonio Guterres banga aramiyê li hemû aliyên Iraqê kir û daxwaz kir ku gavên bilez biavêjin ji bo aramkirina rewşê û dûrketina ji tundûtûjiyê.

Herwiha ji hemû aliyên Iraqê daxwaz kir ku di demeke herî nêz de nakokiyên xwe bidin alî û dest bi gotûbêjeke aştiyane û giştgîr bikin ji bo dîtina çareseriya nakokiyên xwe.

Îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.

Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.

Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”

Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.