Tirkiye daxwaza çareserkirina nakokiyên Iraqê bi guftûgoyên aştiyane dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, pêşhatên dawî metirsiyê li ser aramî û ewlekariya Iraqê dirust dike û bang li welatiyên xwe kir xwe ji deverên ku alozî lê hene dûr bixin û serdana Bexdayê nekin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser pêşhaten dawî yên Iraqê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn, bûyerên ku ev demek e berdewam in, bo aramî, yekîtî û ewlehiyê Îraqê gihiştine qonaxeke metirsîdar.

Da xuyakirin jî, ew Iraqê wek welatekî dost dibînin ku ewlekarî û aramiya Iraqê bo Tirkiyê giring e û ji bûyeran dilgiran in.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li hemû aliyên Iraqê dike ku bi hestiyarî tevbigerin û hemû pirsgirêkên siyasî bi diyalogê di nav aramiyê de çareser bikin.

Ji ber rewşa Bexdayê ji welatiyên Tirkiyê dixwaze, derveyî rewşên neçarî serdana Bexdayê nekin û bang li hemû welatiyan dikin, ji cihên ku tevlihevî hene dûr bikevin.

Ev di demekê de ye ku roja duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand, piştre alîgirên Sedir derbasî Navçeya Kesk kirin û rewşa Bexdayê aloz bû.

Ji ber alozî û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên çekdar ên li Navçeya Kesk de, 20 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 xwepêşander jî birîndar bûn.